Kurdistan
Li Zonguldakê êrîşî karkerên Kurd kirin
PeyamaKurd - Li navçeya Alapliyê ya Zonguldakê, zêdetirî 70 karkerên demsalî yên ku ji navçeyên Cizîr û Silopiya yên Şirnexê ji bo komkirina findiqan çûbûn herêmê, bo cara duyemîn rastî êrîşa nijadperestî hatin.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin belavkirin de diyar dibe ku karker dema ji zeviyê vedigeriyan bi keviran hatine hedefgirtin û zarok û jinên di kasaya wesayîtê de ji tirsan re digiriyan.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal ragihand ku hêzên cendirmeyan di astengkirina êrîşê de kêm mane. Uysal destnîşan kir ku ji bo ewlehiya canê karker û malbatên wan bi Qaymeqamê Alapliyê re axivîne û ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Alapliyê ve derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin.