TR KU SO
FB X
Kurdistan

Lijneya Tenduristiya Parlamentoyê îro dicive û dest bi xebatên xwe dike

📅 08 hezîran 2020 15:33

PeyamaKurd - Îro Lijneya Tenduristiya parlamentoyê dê bicive û guftûgoyê li ser belavbûna vîrusa koronayê û tedbîrên Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.

Hat ragihandin ku îro Duşemê (08.06.2020)  Lijneya Tenduristiya Parlamentoya kurdistanê dê bicive û guftûgo li ser rewşa tenduristiya herêma Kurdistanê bike.

Her wiha li gor zanyariyên berdest, biryar e lijneyên din ên parlamentoyê jî dest bi civîn û xebatên xwe bikin.

Li gor zanyariyiyan guftûgoya navbera serokên fraksiyonan de jî berdewam e û biryar e bo destpêkirina rûniştinên parlamentoyê û çend bernameyên din ên kar hatine diyar kirin bo ku parlamento dest bi civînên xwe bike.

Parve bike: