TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mamosteyê Kurd bi teqandina otomobîla wî hat kustin

Admin H
Nivîskar
📅 17 gulan 2019 23:25

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku mi bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê, di encama teqîna bombeyekê de mamostayekî kurd hat kuştin.

Polîsekî Xaneqînê, ku nexwistiye navê xwe bide ji BasNewsê re ragihandiye, îro înê danê sibê li gundê Mubarek yê Xaneqînê, bombeyek bi otomobîla mamostayekî kurd de teqiya.

Polîsê Xaneqînê diyar kir, mamoste Nebîl Ekber Kakexan (40 salî) ku li gundê xwe mamostetî dikir, di encama teqandina otomobîlê de bi xedarî birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.

Parve bike: