Kurdistan
Mazlûm Ebdî ji bo şewata zindanê lêpirsîneke lezgîn xwest
PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokomariya Sûriyeyê Mazlûm Ebdî li Kobaniyê li gel Gerînendeyê Herêma Kobanê Îbrahîm Muslim civiya.
Di hevdîtinê de hûrgiliyên şewata girtîgeha Kobanê ya ku du roj berê qewimîbû û di encamê de 9 girtiyan can dabû û 17 kes jî birîndar bûbûn, hatin nirxandin.
Îbrahîm Muslim tekez kir ku ji bo parastina xelkê û aramiyê divê saziyên dadwerî û ewlehî xurtir bibin.
Ebdî jî diyar kir ku ji bo bûyerê pêwîst e lêkolîneke zelal û serbixwe bê kirin û kesên berpirs werin cezakirin, her wiha bal kişand ser girîngiya lezandina proseya entegrasyona saziyên îdarî, ewlehî û dadwerî li herêmê.