TR KU SO
FB X
Kurdistan

Medyaya Iraqî: Qasim Suleymanî li Bexdayê ye

📅 17 îlon 2019 16:36

PeyamaKurd -  Tê gotin ku fermandeyê hêza Quds ya pasdarên Îranê, Qasim Suleymanî li Bexdayê ye.

Li gorî medyaya Iraqî, fermandeyê hêza Quds ya supaya pasdarên Îranê, Qasim Suleymanî du roj berê (15 vê mehê) çûye Bexdayê.

Li gorî agahiyan, Qasim Suleymanî bi serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, serokê tifaqa Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî û serokê rêxistina Bedir, Hadî Amirî re hevdîtin kiriye.

Parve bike: