TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mensûr Barzanî serdana mexdûrên lehiya Duhokê kir: Çi pêwîst be emê bikin

Admin H
Nivîskar
📅 19 adar 2024 20:41

PeyamaKurd – Fermandarê Pêşmerge Mensûr Barzanî serdana malbatên ziyandîtiyên parêzgeha Duhokê kir û got, bi fermana Serok Barzanî çi pêwîst be ew ê ji bo wan bikin.

Mensûr Barzanî got: “Em bi fermana Serok Barzanî hatine serdana qurbaniyên lehiyê li Duhokê û bibînin ku çi pêwîst e ji bo wan were kirin.”

Mensûr Barzanî diyar kir: “Ez ji wan malbatan re radigihînim, ji bo qerebûkirina malbatan çi ji destê me bê emê bikin.”

Hêjayî gotinê ye, îro ji serê sibê ve li Herêma Kurdistanê baraneke bihêz bariya û li hin cihan lehî rabû. Di lehiya li parêzgeha Dihokê çêbû de, du kesan can daye û ziyaneke mezin çêbûye.

Parve bike: