Kurdistan
Mesrûr Barzanî 4.5 milyar dînar ji bo projeyên Silêmaniyê terxan kir
PeyamaKurd – Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran a Kurdistanê ragihand ku bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, zêdetirî 4.5 milyar dînar ji bo çend pirojeyên bajarê Silêmaniyê hat terxankirin.
Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran a Kurdistanê eşkere kir, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar hat dayîn 4 milyar û 527 milyon dînar ji bo zêdekirina keskatiyê li parka Hewarî Şar, bilwara 60 Metriya Melîk Mehmûd û bilwara Silêmanî-Taslûce were terxankirin.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir spasiya hikûmeta Kurdistanê kir ji bo terxankirina wê bûdçeyê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî 23yê Gulana îsal jî li Silêmaniyê û di merasîma danîna xîmê sayloya genim de soz dabû bûdçeyekê ji bo projeyên keskatiya Silêmaniyê terxan bike.