Kurdistan
Mesrûr Barzanî: Albright di dirêjahiya jiyana xwe de, pistevana doza Kurd bû
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyamek di derbarê koça dawî ya Wezîra Karên Derve ya Amerîkayê ya berê Madeleine Albright belav kir û got: “Albright di dirêjahiya jiyana xwe de, piştevana doza Kurd bû.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi peyameke li ser Twitterê da zanîn: “Dilgiran û xemgîn im ji ber koça dawî ya Madeleine Albright.”
Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Madeleine Albright alîkar bû ji bo dawîanîna şerê navxwe yê Kurdî û yekalîkirina nakokiyên me û dawîanîna serdema tal, bandoreke mezin li ser xelkê kir.”
Herwiha diyar kir: “Albright di dirêjahiya jiyana xwe de, piştevana doza Kurd bû. Ez hevbeşê xemgîniya malbata wê me.”