Mesrûr Barzanî berpirsên Akrê û Berderesê ji bo hewldana xizmetên herî bas raspart
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana bajarê Akrê kir û bi amadebûna Parêzgarê Duhokê, ligel Qaymeqam û Rêveberên herdu qezayên Akrê û Berdereş civiya.
Mesrûr Barzanî di civînê de, behsa girîngî û dewlemendiya deverê ji aliyê çandinî û geştûguzariyê ve kir û got ku, devereke stratejîk e û her sê parêzgehên Duhok, Hewlêr û Mûsilê bi hev ve girê dide.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku piştî destbikarkirina Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi zêdetirî 257 milyar dînar, hejmarek projeyên girîng li vê herêmê hatine encamdan û di bernameyê de bicihanîna projeyên din jî heye.
Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê berpirsên navçeyê raspart ku hemû hewlên xwe bidin ji bo ku bi awayê herî baş, xizmeta xelkê navçeyê bikin.