Kurdistan
Mesrûr Barzanî beşdarî şîna Pêşmergeyên şehîd bû
PeyamaKurd - Îranê bi moşek û dronan doh 24ê Adarê, êrîşî ser binkeya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li herêma Soranê kiribû û di encamê 6 Pêşmerge şehîd ketibûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûbûn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê li Soranê tevlî behiya wan her şeş Pêşmergeyan bû ku doh di êrîşa Îranê de şehîd ketibûn.
Serokwezîr Barzanî, sersaxî da malbatên Pêşmergeyan û herwiha hêviya selametiyê ji bo Pêşmergeyên birîndar xwest.