Kurdistan
Mesrûr Barzanî beşdarî şîna Şêx Husên Şêx Mistefa bû
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 10ê Adarê li Hewlêrê beşdarî merasîma serxweşiyê ya Şêx Husên Şêx Mistefa bû.
Şêx Husên Şêş Mistefa yê birayê Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cafer Şêx Mistefa du roj berê çû ser dilovaniyê.
Mesrûr Barzanî beşdarî behiyê bû, sersaxî ji malbatê re xwest û hevxemiya xwe anî ziman.
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê jî, spasiya beşdarî û hevxemiya Serokwezîr Herêma Kurdistanê kir.