TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi Balyozê Xirwat Ivan Juric re civiya

Admin H
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2026 12:29

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Cotmehê, li paytex Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Xirwatistanê yê li Iraqê Ivan Juric kir.

Di hevdîtinê de, gotûbêj li ser geşedanên dawî yên rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê hat kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser dostanî û peywendiyên kevnar ên di navbera Kurdistan û Xirwatistanê de û tekezî li ser girîngiya bihêzkirina peywendiyên dualî kir.

Balyozê Xirwat jî daxwaza welatê xwe ya ji bo berfirehkirina zêdetir a peywendiyan ligel Herêma Kurdistanê di warên cuda de tekez kir.

Parve bike: