TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi sanda amerîkî re civiya: Dîyalog û pêsveçûn…

Admin H
Nivîskar
📅 09 gulan 2019 20:21

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li paytext Hewlêrê, bi Cîgirê Misteşarê Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn ya Wezareta Derve ya Amerîkayê David Satterfield û şanda ligel wî civîya.

Di civînê de Barzanî bal kişand ser du pêwîste arîşeyên heyî bi diyalogê bên çareserkirin û şanda amerîkî jî diyar kir ku di danûstandinan de pêşveçûn çêbûye û dê alîkariyên xwe bidomînin.

Di civînê de Cîgirê Misteşarê Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn ya Wezareta Derve ya Amerîkayê David Satterfield, Meslehetguzarê Iraqê yê Amerîkayê Joey Hood, Konsûlê Amerîka li Hewlêrê Steve Fagin, Fermandarê Amerîkayê yê Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê General Paul LaCamera, hejmarek şêwirmend û rayedarên din amadehî kirin.

Hat ragihandin ku di civînê rewşa siyasî û aborî ya Kurdistan û Iraqê, xurtkirina hevkariyê û pêşxistina pêwendiyên bi Amerîkayê re hatin gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî ji bo dabînkirina seqamgeriya Iraqê û berdewamiya têkoşîna dijî terorê ya Herêma Kurdistanê bal kişand ser pêkanîna hevsengiyê û girîngiya diyalogê bo çareserkirina pirsgirêkên bûne sedema nearamiyê anî ziman.

David Satterfield jî da zanîn ku nêzîkbûna Hewlêr û Bexdayê, dê ji dabînkirina seqamgerî û aştiya tevahiya Iraqê re bibe alîkar û ew dê wekî Amerîka alîkariya bo Kurdistanê û Iraqê berdewam bikin.

Herwiha hat diyarkirin ku hewlên bo çareserkiriyan arîşeyan berdewam dikin û pêşveçûn di danûstandinan de çêbûye.

Parve bike: