Mesrûr Barzanî bi Wezîrê Sûriyê re civiya: Em girîngiyê didin perwerdeya Kurdî
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 29ê Tîrmehê li paytext Hewlêrê bi Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdulrehman Tirko û şanda pê re civiya.
Di hevdîtinê de xurtkirina pêwendiyên perwerdeyî û rewşa penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, her du aliyan tekezî li ser girîngiya pêşxistina pêwendiyên navbera Hewlêr û Şamê kiriye û dê ev hevkarî bi taybetî di warên perwerdeyê, piştgiriya akademîk û xwendina bilind de ji bo paşerojê werin kûrkirin û berfirehkirin.
Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Ebdulrehman Tirko jî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di salên giran ên şer de mazûvaniya bi sedhezaran penaberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kiriye û derfetên xwendinê ji bo zarokên penaber dabîn kirine.
Tirko bal kişand ser gavên hikûmeta xwe û diyar kir, dê li Sûriyeyê girîngiyeke taybet bidin xwendina bi zimanê Kurdî.
Di beramber de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo her cure hevkarî û hevahengiyeke bi hikûmeta Sûriyeyê re nîşan da û tekez kir ku ew piştgiriya her gavekê dikin ku xizmeta bipêşketina pergala perwerdeyê û xurtkirina peywendiyên dîplomatîk dike.