TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Bila her tim xewnên wan ên mezin hebin...

Admin L
Nivîskar
📅 24 gulan 2021 14:30

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Silêmanîyê bi ciwanên xwedî kar re civiya, daxwaz û armancên wan guhdar kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li ser Twitterê derbarê wan ciwanên xwedî kar de peyamek belav kir û da zanîn, peyama wî ji wan re ew e, bila her tim xewnên wan ên mezin hebin û kêfxweşiya xwe bi projeyên wan ên nû nîşan da û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do 23.5.2021ê serdana bajarê Silêmanî kir û li wir kevirê binyadê yê projeya bazarkirina genimê cotkaran danî.

Ew proje, yek ji projeyên stratejîk ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo bazarkirina genimê cotkaran û dabînkirina asayişa xwarekê ye.

Parve bike: