Kurdistan
Mesrûr Barzanî: Bila salvegera serkeftina îradeya gel pîroz û herdemî be
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera referanduma serxwebûnê ya Kurdistanê li ser hesabê xwe yê tora civakî peyamek belav kir û got: "Bila salvegera serkeftina îradeya gel, pîroz û herdemî be."
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya îradeya azad a gelê Kurdistanê û da xuyakirin ku tevî hemû asteng û zehmetiyan hamle û mafên rewa yên gelê Kurdistanê dê herdemî bin û ev roj wekî qonaxeke girîng a di dîroka gelê Kurd de bi nav kir.