TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bo xelkê Kifrî: Ez ê bi ruhekî Germiyanî ligel we bim!

Admin H
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2023 18:20

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 16ê Tîrmehê roja Yekşemê ji bo xelkê Kifrî yê devera Germiyanê peyamek belav kir û got: “Bi ruhekî Germiyanî ez ê ligel we bim.”

Serokwezîr Barzanî di peyama ku li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye de dibêje; “Hemwelatiyên hêja yên Kifrî, silav û rêza min ji we re heye. Haya min ji daxwazên we heye û gihîştine min, min biryar da ku di demek nêzîk de komîteyek taybet ji nûnerên Encûmena Wezîran, Wezareta Navxwe û Rêveberiya Xweser a Germiyê pêk bînin da ku di demek nêzîk de daxwazên we bişopînin.”

Herwiha Mesrûr Barzanî diyar kir, “Piştrast bin ku ji bo xizmeta we çi ji destê me bê em ê bikin û ez ê bi ruhekî Germiyanî ligel we bim.”

Parve bike: