Hewramanî rêveberiya Mesrûr Barzanî rave kir: Deng û kiryarên wî di guhên hemî xelkê Kurdistanê de ne
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî hûrgiliyên nû li ser bingehên îdarî û siyasî yên Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kirin û got, Serokwezîr her tim piştgiriya lihevkirinên siyasî yên ji bo berjewendiya giştî dike, lê belê li hember diyardeyên qaçaxçîtî, madeyên hişbir û binpêkirina rûmeta welatiyan xwedî helwesteke tund û neguher e.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî li ser rêveberiya hikûmetê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve û helwesta wî nivîsek belav kir.
Hewramanî bi rêya vegêrana serhatiyekê diyar kir ku dema wî pêşniyarek bo berjewendiya dema hilbijartinan pêşkêşî Serokwezîr kiriye, Mesrûr Barzanî ew red kiriye û gotiye: "Tu bi rengekê cidî daxwaza çareseriyê ji bo tiştekî dikî ku bi qaçaxî di sînoran re daxil bûye, qet tiştekî wiha behs nekin ku hûn dizanin ligel prensîbên me yek nagire, heta eger bi hezaran dengan jî pê bi dest ve bên, em bi rêya rast û xizmet û projeyan dengan kom dikin, ne bi tiştên din, gelo em çawa ji xelkê din cuda bin."
Hewramanî bal kişand ser ku Serokwezîr ji nêzîk ve kesayetiyeka aram heye û her tim berpirsan araste dike ku rêzê li xelkî bigrin û di xizmeta wan de bin. Ew herdem ji wan re dibêje: “Xelk nebe, hûn kî ne?”
Herwiha got: "Di dema vê kabîneyê de, hejmar û data bi zelalî nîşan didin ka çawa Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke nû ve pêngav avêtiye û welatî jî şahidiyê ji bo vê rastiyê didin."
Li gorî nivîsa Pêşewa Hewramanî, deriyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her tim danûstandin û lihevkirinê ji bo çareserkirina arêşeyan vekirî ye, lê ligel wê jî li hember wan kesan tund e yên ku li ber ronahiya rojê xelkî teror dikin, siyasetmedaran zîndanî dikin, rojnamevanan dikujin, serokên partiyan azar didin û neçarî lihevkirinan dikin.
Hewramanî eşkere kir, ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî dijî diyardeya qaçaxçîtiyê û kargehên berhemanîna madeyên hişber e û israrê li ser wê yekê dike ku dahata bajaran tenê ji bo xizmetkariyên navxweyî yên wan bên terxankirin. Hevdem dixwaze Pêşmerge li şûna barandina agir li ser xelkê Kurdîaxêv û binpêkirina mafên mirovan û îşkenjekirina xelkî û karên nemirovane di zîndanan de, xizmetkar û parêzer be wekî her tim û bi wî awayê ku navûdengê wî heye.
Pêşewa Hewramanî got: "Kekê Mesrûr destê hevkarî û piştgiriyê dirêj dike, ji bo wan kesên ku di xema welat û Kurdîniyê de ne û hembêza xwe bo gelê xwe vedikin û xema vî xelkî dixin ser milên xwe, ne ku bibin azar û bargiranî bo xelkî."
Di dawiyê de jî da zanîn: "Me Kurdan gotiye ku hezar gotin gorî kiryarekê bin, Kekê Mesrûr bi xwe mêrekî bêdeng û aram e û ji bo wî tiştê ku wekî erkê ser milên xwe wî kiriye û dike hez ji vegotinê nake, lê deng û sedayên kiryarên wî di guhên hemî xelkê Kurdistanê de ne."