Mesrûr Barzanî: Çaksazî pêvajoyeke berdewam e û hemû kertan li xwe digire
PeyamaKurd- Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pesendkirina projeyasa çaksaziyê weke pêngaveke ber bi Kurdistaneke bihêztir bi nav kir û got, “Ev yasa belgeyeke zelal a din e li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sînordanîna bo gendeliyê de.”
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbarê pesendkirina projeyasaya çaksaziyê ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve daxuyaniyek belav kir û destxweşî li parlamentoya Kurdistanê kir derbarê pesendkirina projeyasayê de.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “Ev pêngaveke dîrokî ye bo Kurdistaneke bihêztir” û herwiha raghand, “Ev proje beşeke girîng a karnameya kabîneya 9an a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû bo bersivdana xwestek û daxwazên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bo encamdana çaksaziyan. Armanc jî rêkxistina xercên giştî, cîbicîkirina dadperweriyê bo fermanberan û kesûkarên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman.”
Serokwezîrê Kurdistanê di wê daxuyaniya xwe de hemwelatiyan piştrast dike û dibêje, “Deqa dawiya yasayê dilniyaya girîng tê de ye derbarê mûçe û îmtiyazên fermanber û mûçexuran bi cureyek ku kesên şayeste mafên wan parastî dibin.”
Serokwezîrê Kurdistanê dibêje piştî pêkanîna kabîneyê di Tîrmeha sala derbasbûyî de, wan demildest komîteyeke li hikûmetê pêk anî bo pêdaçûn û bihêzkirina reşnivîsa projeyasaya çaksazî û got, “Çaksazî pêvajoyeke berdewam e û hemû kertan li xwe digire.”