Mesrûr Barzanî: Çalakkirina parlamentoyê ji bo parastina rewatiyê bû, ne dijî ti aliyekî ye
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de li gel kanala Şemsê ragihand ku pêşketin û geşepêdana Kurdistanê encama xebata gel, qurbanîdana pêşmergeyan û şehîdan e.
Barzanî destnîşan kir ku ew bi dilsozî û hevkariya xelkê kar dikin û got ku wan ti carî ti dergeh li ber diyalogê negirtine.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser mijara çalakkirona parlamentoyê û got ku ev gav ne dijî ti aliyekî diyar, belkî ji bo rizgarkirin û parastina rewatiya saziyan piştî derengketina civînan û gilî û gazindên li dijî parlamentoyê û hikûmetê hat avêtin.
Herwiha tekez kir ku meşrûiyeta saziyan dispêre rêçika demokratîk ne ku nêrînên takekesan; loma dergehên wan ji bo destpêkirina danûstandinên avakirina hikûmetê vekirî ne.
Batzanî û got: "Pêwîst e rêz li encamên hilbijartinê û îradeya gel bê girtin. Nayê qebulkirin ku kar li ser bingehê 'an bi ya min an jî na' birêve biçin, lewre bi wî awayî em ne pêş dikevin û ne jî xizmeta gel dikin."