TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Em hêvî dikin avakirina hikûmetê neyê paşxistin

Admin H
Nivîskar
📅 28 nîsan 2026 18:34

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 28ê Nîsana 2026an ligel hejmarek ji veberhênerên Herêma Kurdistanê civiya.

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand: “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di destpêka civînê de kurtiyek li ser guherîn û pêşveçûnên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, Iraq û deverê pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî, li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal hêvî xwest ku, bibe sedema destpêkirina serdemeke nû ji aştî û tenahiyê li Iraqê û çareserkirina arêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bingeha destûr û rêzgirtina li mafên destûrî û qewareya federal a Herêma Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî li ser pêkanîna kabîneya dehan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî got: “Me her ji piştî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê daxwaz dikir ku di zûtirîn dem de kabîneya nû bê pêkanîn û em hêvîdar in ku ev mijar zêdetir neyê paşxistin.”

Serokwezîr Barzanî, spasiya veberhênerên Kurdistanê û sektora taybet kir ku roleke pir girîng di piştgirîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşxistina aborî û bizava bazirganî de lîstiye.

Di dawiya wê civînê de, gelek rasparde û pêşniyar ji bo rûbirûbûna astengî û arîşeyên girêdayî tevgera aborî û bazirganî hatin pêşkêşkirin û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bersiva nerîn û têbînî û pirsên kesên beşdaran da.

Parve bike: