TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: “Em mala xwe xwes bikin, mal ya me hemûya ye”

Admin M
Nivîskar
📅 09 tebax 2019 02:46

PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser banga “Darekî biçîne û bajarekî şîn bike” bi kiryara xwe bersivand û dareka zeytûnê çand. Barzanî di dema ku darê diçand gotineka watedar got:

“Kurdistan mala me ya mezine û ya me hemûya ye. Em tev bi hevre mala xwe xweş bikin û bikin ku tê de karibin xweş bijîn.”

Li ser banga serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî serokwezîr Mesrûr Barzanî weha got:

“Ez bersiva serokê herêma Kurdistanê ya birayê xwe yê mezin Nêçîrvan Barzanî didim û dar diçînim. Ez bang li seroka meclisa Kurdistanê Rewaz Fayîq û serokê meclisa qanûndananê Hakîm Bengî dikim da tevlî vê kampanya hanê bibin.”

Parve bike: