TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Gesbîn im ku wê danûstandin bi çareseriyeke mayînde bidawî bibin

Admin H
Nivîskar
📅 18 îlon 2020 20:08

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku ew geşbîn e ji bo çareseriya pirsgirêkên navbera Hewlêrê û Bexdayê.

Mesrûr Barzanî îro Înê li ser hesabê xwe yê twitterê bi peyamekê ragihand, tîma danûstandinkar a hikûmeta herêma Kurdistanê nûnertiya hemû aliyên pêkanînerên hikûmetê dike.

Mesrur Barzanî got, armanca wê tîmê ya yekgirtî heye û bi awayekî bihêz kar ji bo wê kar dike û bal kişand ser, tevî zêdebûna astengiyên rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ew geşbîn e ji bo rêkeftina li gel hikûmeta Iraqa federal ku bi çareseriyeke mayînde bi dawî bibe.

Parve bike: