Kurdistan
Mesrûr Barzanî îro civîneke rojnamevaniyê li dar dixe
PeyamaKurd – Li ser rewşa Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, wê civîneke rojnamevaniyê li dar bixe.
Li gor zanyariyan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di saet 12:30an de bi dema Hewlêrê, dê press konferansekê li dar bixe.
Zanyarî diyar dikin, Mesrûr Barzanî, wê li ser rewşa siyasî û aborî ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê daxuyanî û agahiyan bide.