‘Mesrûr Barzanî li hêviya navên wezîran e’
PeyamaKurd - Endamekî şanda avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dibêje serdanên wan bo partiyên siyasî bidawî hatiye û niha Mesrûr Barzanî li hêviya navên ku dê partiyên siyasî pêşkêş bikin ji bo hikûmetê.
Serokê Frakisyona PDKê di Parlamentoya Kurdistanê de û endamê şanda avakirina hikûmetê Omêd Xoşnaw re ragihand: “Ew partiyên siyasî yên ku biryar dane tevlî hikûmetê bibin, gotûbêj ligel wan bidawî bûye ji ber ku rêkeftinên siyasî beriya niha bi wan re hatiye kirin û niha Mesrûr Barzanî li hêviya navên kandîdan e, da ku hikûmeta pêşkêşî parlamentoyê bike.”
Xoşnaw wiha got: “Her partiyek navên xwe pêşkêş neke, dê avakirina hikûmetê ji bo wî paş nekeve. Niha em li hêviya CVyan e û beriya ku bêhinvedana havînî ya parlamentoyê di destpêka meha 7an de destpê bike divê hikûmet ji bo parlamentoyê hatibe pêşkêşkirin û hikûmetê bawerî sitendibe. Niha ti rêgiriyek li pêşiya avakirina hikûmetê nemaye.”