TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî pêşwazî li berpirsê nû yê Yekîtiya Ewropayê kir

Admin H
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2026 12:38

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêşwazî li Berpirsê Nû yê Ofîsa Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê (YE) li Hewlêrê Stefan Wendt kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li diplomatê nû kir, di erk û karên wî yên nû de serkeftin ji re xwest û amadeyiya temam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo piştgirî û hevkariyê nîşan da.

Di hevdîtinê de, Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Yekîtiya Ewropayê bal kişand ser girîngiya pêşxistin û bihêzkirina pêwendiyên piralî yên navbera Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Ewropayê.

Her wiha aliyan di civînê de behsa proseya çaksaziyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sektorên cihêreng de û guherîn û rewşa giştî ya Iraqê û heremê kirin.

Parve bike: