Kurdistan
Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Koreya Başûr kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 27ê Tîrmehê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Komara Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê Eungyo Shim kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsulê Giştî yê nû yê Koreyê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de jê re xwest.
Serokwezîr Barzanî, piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erk û karên wî diyar kir.
Konsulê Giştî yê nû yê Koreyê kêfxweşiya xwe bi destbikarbûna li Herêma Kurdistanê nîşan da û tekezî li ser girîngiya pêşxistina têkiliyên dualî di warên curbecur de kir.