Kurdistan
Mesrûr Barzanî pêswaziya Balyozê Polonyayê kir
PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro pêşwaziya Balyozê Polonyayê li Iraqê Margin Kobiak kir.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîr spasiya balyoz kir ji bo bipêşvexistina peywendiyên dualî û hêviya serkeftinê ji bo karên wî yên pêşerojê xwest.
Balyozê Polonyayê zanînên xwe ji bo hevkarî û hemahengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da û amadehiya welatê xwe jî ji bo zêdetir bipêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê bi taybetî jî di warê bazirganî û çandiniyê de nîşan da.
Di mijareke din a civînê de her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku di demeke zû de kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê avakirin.