TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: “Serkeftin dê bo xelkê Kurdistanê be”

📅 12 gulan 2018 23:12

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî dengê xwe da ragihand, yên ku baweriya xelkê bi dest tînin divê dengên xelkê biparêzin.

Dengdana hilbijartinên parlamentoya Iraqê qediya. Rayedarên Kurdistanê jî li dever û bajarên Kurdistanê dengên xwe dan.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî dengê xwe da hêviya wê yekê kir ku dengdan bi awayekî baş birêve biçe.

Mesrûr Barzanî bang li wan namzedên ku di hilbijartinan de bi ser dikevin kir û got, divê ew xelkê Kurdistanê û dengê xelkê Kurdistanê biparêzin.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê di dawiyê de got ku dê hemû hewlên xwe bo parastina mafên gelê Kurdistanê bidin û înşala serkeftin dê bo xelkê Kurdistanê be.

Parve bike: