Mesrur Barzanî spasî li biryara Almanyayê kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwazî li şandeke Parlemana Almanyayê ya ji pelemanterên Almanî Markus Grûpel û Jurgen Hardt pêk dihat, kir.
Mesrur Barzanî di hevdîtinê de, ji ber nû ve destpêkirina rahênana Pêşmerge ji aliyê hêzên Almanî ve spasiyên xwe pêşkeş kirin û xwest, Almanya û hevpeymanî di alîkarî û hevkariya bo Pêşmerge de li dijî terora DAIŞê berdewam bin.
Di hevdîtina ku Berpirsê Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Almanya Dilşad Barzanî û Konsola Giştî ya Almanya li Hewlêrê Barbara Wolf amade bûn de, guftûgo li ser pêşhatên dawî û guhertinên Iraq û navçeyê û pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê hatin kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber ji nû ve destpêkirina rahênana Pêşmerge spasiya Hikûmet û Parlamena Almanyayê kir û girîngiya berdewambûna piştevaniya Hevpeymanan ji bo Pêşmerge û artêşa Iraqê di rûbirûbûna terorê de anî ziman û got, DAIŞ hîn jî li ser çend navçeyên Iraqê metirsiyeke cidî ye.
Şanda Almanî bal kişand ser pêgeha Herêma Kurdistanê ku hokareke girîng a aramiyê li Iraq û navçeyê ye û amadehiya welatê xwe bo girîngîpêdana zêdetir bi pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê re nîşan da, bi taybet di warê geşepêdana bazirganî û weberhênanê de.