Kurdistan
Mesrûr Barzanî û Brian Nielsen projeya “Hesabê Min” gotûbêj kirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Misteşarê Wezareta Darayî ya Amerîka bo Karûbarên Teror û Agahiyên Darayî Brian Nielsen, behsa çaksaziyên kabîneya nehemîn di warên sîstema darayî, sektora bankî û projeya “Hesabê Min” de kirin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Washingtonê de do 01.03.2024ê Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Misteşarê Wezareta Darayî ya Amerîkayê bo Karûbarên Teror û Agahiyên Darayî Nielsen kir.
Di hevdîtinê de li ser pêşxistina pêwendiyên dualî û piştgirîkirina reformên kabîneya nehemîn di warên sîstema darayî, sektora bankî, projeya "Hesabê min" û dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de, nêrînên xwe gotûbêj kirin.