TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî û Sûdanî bi têlefonê peyivîn

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 10 tîrmeh 2024 16:40

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di pêwendiya bi telefonê ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de şandina mûçeyên hêzên ewlehiyê nirxand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro bi Serokwezîrê Iraqê Mihemmed Şiya Sûdanî re pêwendiya telefonî kir.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di daxuyaniya xwe ya îro li paytexta Herêma Kurdistanaê Helwêrê de ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi Serokwezîrê Iraqê Sûdanî re bi ser têlefonê peyivîye û li ser mûçeyên hêzên ewlehiyê gotûbêj kiriye.

Berdevk Hewramanî diyar kir ku di demeke nêzîk de pirsgirêka mûçeyên hêzên asayîşa Herêma Kurdistanê çareser dibe.

Parve bike: