TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî û Sûdanî civiyan

Admin L
Nivîskar
📅 24 gulan 2026 16:06

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî û serokê Hevpeymaniya Nûavakirin û Geşepêdanê, Mihemed Şîa Sûdanî, tekez kirin ku divê pirsgirêkên di navbera Hewler û Bexdayê de li ser bingeha destûrê werin çareserkirin.

Serokwezîr Barzanî roja Yekşemê, 24ê Gulana 2026an, li Bexdayê bi Mihemed Şîa Sûdanî, serokê Hevpeymaniya Nûavakirin û Geşepêdanê re civiya.

Di civînê de ku rewşa siyasî ya li Iraq û herêmê nîqaş kir, girîngiya xurtkirina hevkarî û hevrêziyê di navbera partiyên siyasî de ji bo misogerkirina aramiya siyasî û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hate tekez kirin.

Parve bike: