TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî: Yên destê wan bi xwîna me ya sor be dê bigihîjin cezayê xwe

Admin H
Nivîskar
📅 07 nîsan 2026 18:42

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Sêşemê (7ê Nîsana 2026an), beşdarî merasîma sersaxiya du şehîdên gundê Zergezewiyê ya li sînorê parêzgeha Hewlêrê bû.

Serokwezîr sersaxî ji malbat û kesûkarên şehîdan re xwest û hevxemiya xwe ya kûr nîşan da. Barzanî di civîneke rojnamevaniyê de bal kişand ser êrîşên dronî û diyar kir ku şehîdbûna du hevjînan ku xelkê sivîl û bêguneh bûn, xemgîniyeke mezin e ji bo hemû Kurdistanê.

"Ewên destê wan bi xwîna me sor be dê bigihîjin cezayê xwe"

Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de bi tundî êrîşên "bêsedem" şermezar kirin û got: "Ewên ku destê wan bi xwîna gelê me sor be, dûr be yan nêzîk, dê bigihîjin cezayê xwe. Em ê li ser rêbaza şehîdên xwe ji bo azadî û serbilindiya gelê xwe û ji bo parastina axa welatê xwe berdewam bin." Barzanî spasiya xweragiriya xelkê Herêma Kurdistanê kir û hêvî xwest ku ev alozî bi dawî bibin û gel bigihîje aramiyeke mayînde.

Mesrûr Barzanî bang li Iraq û Civaka Navdewletî kir

Serokwezîr rexne li helwesta Hikûmeta Iraqê girt û diyar kir ku heta niha Bexdayê ji bo rawestandina van êrîşan ti gaveke kiryarî neavêtiye. Barzanî ragihand ku wan bi hemû aliyên civaka navdewletî û hevpeymanan re peywendî danîne û wiha domand: "Me bi aliyên Îranî re jî xeber daye û me jê re gotiye ku Herêma Kurdistanê ne parçeyek ji vî şerî ye û em ji bo tu aliyekî ne gef in. Ti hincetek ji bo van êrîşan nîne û yên ku êrîşî xelkê me dikin, li hember Xwedê û wijdana mirovahiyê berpirsyar in."

Parve bike: