TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesûr Barzanî ji bo biryara serdana Papa kêfxwesiya xwe anî ziman

Admin H
Nivîskar
📅 08 berfanbar 2020 19:50

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser biryara Papayê Vatîkanê Papa Francis ya serdana Herêma Kurdistanê di meha Adara 2021ê de kêfxweşiya xwe nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê medya civakî twitterê got, ew bi dilxweşî li benda serdana Papa Francîs e ku di meha Adarê de serdana Herêma Kurdistanê bike.

Mesrûr Barzanî got: "Ez di meha Sibatê de di serdana xwe ya bo Vatîkanê de derbarê Kurdistan û nirxên me yên ji bo aştî û lêborînê pê re axivîm. Hêvîdar im ew ê van nirxan ji nêz ve bibîne."

Serokwezîr Barzanî meha Sibatê li Vatîkanê ligel Papa Francis civiyabû û Papa Francîs pêzanîna xwe ji bo gavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên bicihkirina aştî û pêkvejiyanê nîşan dabû.

Parve bike: