TR KU SO
FB X
Kurdistan

‘Mezlûm Ebdî di demeke nêz de HSDê û Rêveberiyê hildiweşîne’

Admin H
Nivîskar
📅 27 gulan 2026 19:01

PeyamaKurd - Endamê Tîma Serokatiya Sûriyê ji bo bicihanîna rêkeftina 29ê Çileyê Dr. Mustefa Ebdî eşkere kir ku di demeke nêzîk de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dê hilweşandina fermî ya "Rêveberiya Xweser" û HSDê rabigihîne.

Dr. Ebdî di bernameyeke taybet a Welat TV de got ku li gorî peymana pêngav bi pêngav, êdî li herêmê tenê dezgehên fermî yên hikûmeta Sûriyê dimînin û hemû sazî dê tevlî sîstema navendî ya Şamê bibin.

Di warê leşkerî de jî  Ebdî da zanîn ku ji du mehan ve mûçeyên şervanan ji aliyê hikûmetê ve tên dayîn û leşkerên tevlî hêzên navxwe bûne di bin perwerdehiya kolêjên leşkerî de ne. Herwiha li ser dosyaya YPJê jî lihevkirin çêbûye ku beşek ji wan jinan tevlî Wezareta Navxwe bibin.

Radestkirina zîndanan, vegera koçberan û mafên kurdan

Dr. Mustefa Ebdî bal kişand ser gavên pratîkî yên li ser erdê û ragihand ku 11 zîndanên di destê HSDê de, bi taybetî zîndana sereke ya Giwêran a li Hesekê, bi temamî hatine radestkirin û girtiyên siyasî hatine berdan, herwiha dîlên leşkerî jî dê beriya Hezîrana 2026an serbest werin berdan.

Di warê vegerandina koçberan de jî piştî zivirîna 8 hezar malbatên Efrînê, bername heye ku 12 hezar malbatên Serê Kaniyê yên li Hesekê jî piştî cejnê vegerin ser xaka xwe, ku niha tenê 1150 malbatên ereb li wir mane û dezgehên bajêr di destê hikûmetê de ne.

Di dawiyê de jî berpirsê Sûriyê da xuyakirin ku piştî cejnê parlamento dê bicive û komîteyek ji bo vegerandina navên kurdî yên resen (mîna Dêrik) ava bike û bang li kurdan kir ku dûrî ajandeyên derveyî, ji bo pêşeroja Sûriyê li gel hikûmetê kar bikin.

Parve bike: