TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mînîbus li 2 kesan xist û her dû jî mirin

Admin M
Nivîskar
📅 30 cotmeh 2021 01:08

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê li ser rêya navbera Xarpêt û Bêhngulê 2 kesên xwestin derbasî aliyê dinê yê rê bibin, mînîbusekî hat û li wan xist û her 2 kes jî mirin. Kesê ku mir yê bi navê Hacı Akpınar mirovê şaredarê Kovancılarê Recep Akpınar e. Kesa dinê ya bi navê Güllü Kökercün e û ew jî li ciyê qezayê jiyana xwe ji dest da.

Qeza piştî Xarpêtê di km ya 25 an de çêbû û cendirme, tîmên tenduristiyê û polîs tev çûn ciyê bûyerê. Her dû jî li ciyê qezayê can dabûn û piştî kontrolê cenazê wan şandin Zankoya Firatê morga nexweşxanê ji bo otopsiyê.

Parve bike: