TR KU SO
FB X
Kurdistan

“Miqdarê bazirganiya me bi Kurdistanê re dê bibe 5 mîlyar dolar”

Admin M
Nivîskar
📅 28 gulan 2019 00:58

PeyamaKurd- Balyozê Îranê yê li Kurdistanê Murtaza Abadî ragihand ku ew plandikin bazirganiya navbera Kurdistan û Îranê di sala 2019an de bigihê 5 mîlyar dolarî. Balyoz ragihandina xwe bo Rûdawê kir û got ku ji sala 1991an heya niha bi awayeka nîzamî, bingeha bazirganiya wan bi Kurdistanê re dimeşe.

Abadî got ku sala borî bazirganiya navebera her dû dewletan gihaye 4 mîlyar dolarî. Abadî got jimara kesên ku ji Kurdistanê bo Îranê bo geştûguzariyê diçin her diçe zêde dibe û got ku di sala 2019an de, jimara ku ji Kurdistanê herin Îranê dibe ku bigihê 800 hezar kesî.

Parve bike: