TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mislim: Heke êrîs bibe emê bersivê bidin

Z. Brîndar
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2018 03:34

Peyama Kurd / Nîqaşên li ser têkilî û dan û stendinên di navbera YPG û rejîma Sûrîyê de didomin. Çapemenîya rejîma Sûrîyê tîne zimên ku di navbera herdu alîyan de ji bo çareserîyê hevdîtin tên kirin. Lê hevserokê kevn û Endamê Komîteya Dîplomasîya TEV-DEMê Salih Mislim, vê yekê red dike.

Salih Mislim, ji çapemenîyê re anî zimên ku di navbera YPG û rejîma Sûrîyê de tu hevdîtin çênebûne û çapemenîya rejîmê bi fermanên îstîxbarata Sûrîyê van nûçeyan belav dike.

Mislim, di derbarê êrîşên rejîna Sûrîyê de jî dîtin û helwesta xwe anî zimên û got: “Heke rejîna Sûrîyê êrîşî me bike, emê xwe biparêzin û bersivê bidin“

Parve bike: