TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mistefa Çavres: “Em ê banga Kek Mesûd weka erk bizanibin”

Admin M
Nivîskar
📅 05 îlon 2020 22:23

PeyamaKurd- Fermandarê yekîneyên 70 yê peşmerge û endamê serkirdayetiya YNK ê Mistefa Çavreş daxwazê li aliyên siyasî kir da yekrêziyê biparêzin.

Herwiha Çawreş aşkere jî kir ku Serok Barzanî daxwaza civînê li wan bike, ew ê weke erk bizanibin û herin cem wî. Çavreş bo BasNewsê weha ragihandiye:

“Birayetî faktora serkeftina gelane. Divê her gel li cîhanê yekrêz be da beşek ji armancên xwe bidest bixe. Ji sala 1988an û heta niha, me bereya Kurdistanî ava kir. Me paşê raperîn kir. Ji ber wê nêzîkbûna me bo milletê me zarûret e. Herwiha yekrêziya hêzekan bo Iraqê û wan hêzên çavên xwe li Kurdistanê biriye, gelekî girîng e.”

Mistefa Çavreş di behsa pêwendiyên YNK ê û PDK ê weha gotiye:

“ Civîna PDK û YNKê zarûriyet e. Herêm ber bi rewşeke nediyar ve diçe. Koronayê dinya wêran kiriye, xelk dûdil in. Divê YNK û PDK gelekî nêzîkî hevdû bibin. Ji ber berpirsyarin û hêzên wan ê serbazî hene. Dikarin li cem hevdû senger bigirin. Divê em dev ji ‘filankes wiha got û wiha kir’ berdin. Divê, em nêzîkî hevdû bibin ber bi hevdû ve biçin. Me hemûyan xeletî kiriye. Nabe êdî gotinên nerast bên gotşin û rewş êdî were aloztirkirin.”

Mistefa Çavreş di dawiya axaftina xwe de mijarê weha ragihand:

“Bila Kek Mesûd biratiya mezintiyê bike û bang li serkirdayetiya YNK ê bike. Ez bawer nakim ti kes bêje ez naçim. Em ê hemû herin. Em ê banga wî weka erk bizanibin û seredana wî bikin.”

Parve bike: