TR KU SO
FB X
Kurdistan

MSD: Heta çareseriyeke siyasî ya giştî nebe krîza aborî ya Sûriyeyê bi dawî nabe

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2026 14:54

PeyamaKurd - Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), têkildarî kûrbûna krîza aborî, zêdebûna xizaniyê, bilindbûna bihayê kelûpêlan û nebûna xizmetguzariyên seretayî yên li Sûriyeyê daxuyaniyeke fermî belav kir.

 MSDê destnîşan kir ku ev rewşa giran ne qeyraneke demkî ye, berevajî vê yekê encama rasteqîn a siyaseta navendî ya rêveberiya Şamê ye ku li hemberî çareseriyên  siyasî deriyên xwe girtine û welat bi paşguhkirinê kiriye.

Di daxuyaniyê de hişyarî hat dayîn ku eger ev hişmendiya desthilatdar li beramberî daxwazên civakê berdewam bike, dê bibe sedema pêleke nû ya penaberiyê û perçebûna civakî hîn kûrtir bike. MSD’ê tekez kir ku başbûna aboriyê rasterast bi guhertina siyasî û rûbirûbûna gendeliyê ve girêdayî ye.

Xalên Çareseriyê Yên MSD’ê

MSD’ê piştgiriya xwe ya bo çalakiyên rewa yên gel ên ji bo başkirina şert û mercên jiyanê ragihand û lîsteya pêngavên çareseriyê bi vî rengî rêz kir:

Ji bo sazkirina paşeroja welat, divê çareseriyeke ramyarî ya giştî ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê li xwe bigire were pejirandin.

Saziyên dewletê divê dûrî hişmendiya yeknavendî û desthilatdar ji nû ve werin avakirin.

Ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên baş, pêwîstî bi siyaseteke aborî ya zelal û dadperwer heye.

Ji bo parastina tebeqeyên hejar û mexdûr, divê planên lezgîn ên aborî bikevin meriyetê.

Gendelî wekî sedema sereke ya hilweşîna aborî hat pênasekirin û daxwaza girtina rê li ber vê hat kirin.

MSD’ê diyar kir ku gelê Sûriyeyê demildest hewcedarê jiyaneke ewle ye. Derengmayîna çareseriyê dê bibe sedema hilweşîna civak û dewletê bi hev re. Ji bo rêgirtina li vê karesatê, pêwîstî bi îradeyeke nîştimanî ya giştî û projeyeke hevpar heye ku çarçoveya welatîbûn û edaletê vegerîne.

Parve bike: