TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mûçeyê bi qasî 2500 Pêsmergeyên xanenisîn derbasî Wezareta Darayî bû

Admin H
Nivîskar
📅 11 tebax 2021 23:20

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dosyeyên 2 hezar û 424 pêşmergeyên xanenişînkirî derbasî ser Wezareta Darayî ya Kurdistanê hatiye kirin.

Serokê fermangeha hemahengî û dûvçûnê ya hikûmeta Kurdistanê Ebdulhekîm Xosrew ragihandiye, di çarçoveya bicihanîna qanûna çaksazî û pakkirina lîsta xanenişînan, dosyeyên 2 hezar û 424 pêşmergeyên xanenişînkirî ku li ser wezareta Pêşmerge bû, derbasî ser wezareta darayî hat kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî hatibû ragihandin ku wê mûçeyê zêdetirî 2 hezar pêşmergeyên xanenişînkirî derbasî ser fermangeha wan bibin û li gorî navçeyên xwe bi ser bankan de bên dabeşkirin.

Parve bike: