TR KU SO
FB X
Kurdistan

Muna Qehweçî: Demek nêzîk de civînên parlamentoyê destpê dikin

📅 02 gulan 2020 17:01

PeyamaKurd - Zêdetirî mehekê ye ku civînên Parlamentoya Kurdistanê ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) hatine ragirtin û sekretera parlamentoyê jî radigehîne demekî nêzîk de rûniştinên asayî destpê dikin.

Li gorî nûçeya Basnewsê Sekretera Parlamentoya Kurdistanê Muna Qehweçî ragihand: ‘’Piştî tevdîrên belavbûna vîrusa koronayê (Covid-19) hatin girtin rûniştinên Parlamentoya Kurdistanê pêk nehatin.

Meha adarê jî dema yasadananê ye, ji ber wê jî di 29 meha borî ve desteya serokatiya Parlamentoyê li gel serokên fraksiyonan civîna xwe pêkanîn û daxwaz hat kirin ku projeyasayên xwe amade bikin û demekî nêzîk de rûniştin destpê dikin.’’

Sekretera Parlamentoyê got: ‘’Di civîna desteya serokatiyê de me daxwaz ji hemû serokên fraksiyonan kir, kar û bername û projeyên xwe yên derbarê rewşa îro ya Kurdistanê de amade bikin.’’

Muna Qehweçî got: ‘’Demekî herî nêzîk de rûniştin destpê dikin û hemû hewla xwe emê bidin bo qerebû kirina wê meha ku kar û projeyên ku ji ber belav bûna şewba vîrusa korona nehatin encam dan.’’

Parve bike: