Muslim: Kesî xwe ji danûstandinên Kurdî-Kurdî venekisandiye
PeyamaKurd – Li ser danstandinên aliyên Kurdî-Kurdî, Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim axivî û da zanîn, danûstandinên Kurdî – Kurdî berdewam dikin û kesî xwe ji danûstandinan venekişandiye.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim ji K24ê re li ser gera 4emîn a Komîteya Destûra Sûriyê li Cenêvê birêve çûbûn û bêyî ku bigihêje encamekê û bêyî ku behsa mafê Kurdan li Sûriyê bike bi dawî bûbû axivî û da zanîn:
‘‘Ji destpêkê ve baweriya me bi vê komîteyê nîne, ji ber ku li ser bingeheke şaş hatiye avakirin û ew nûnertiya gelê Sûriyê û pêkhateyên Sûriyê nake û nikare ti çareseriyê bi xwe re bîne.’’
Muslim li ser pirsa tevlînebûna PYD û Rêveberiya Xweser di nava Komîteya Destûrê de diyar kir û got:
“Biryara tevlîbûnê ne di destê PYDê de ye, belkû di destê Rêveberiya Xweser de ye, ji ber ku gelek alî û pêkhate tê de ne. Lê tevlînebûna Rêveberiya Xweser di nava wê komîteyê de kêmaniyeke gelekî mezin e ji wê komîteyê re ye, ji ber ku zêdetir ji 5 milyon kes li herêmên wê dimînin. Bi dûrxistina wê jî, her çi çareserî pîk were, dê kêm be.”
Derbarê pirsa Kurd li civînên Komîteya Destûrê û helwestên rêjîmê de, Muslim diyar kir:
“Nerîna rêjîm û opozîsyona ku li Tirkiyê dimînin li hember pirsa Kurd yek e. Ew ne hebûna kurdan qebûl dikin û ne jî mafên kurdan dixwazin guftûgo dikin. Ji aliyekî din ve, rêjîma Sûriyê hîna li ser awayê berî 2011an tevdigere û ti hêviyê nade ne gelê kurd û ne gelê Sûriyê bi giştî.”
Di derbarê danûstandinên Kurdî-Kurdî Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê destnîşan kir:
“Dema dixwazin yekrêziyê bikin, ew ji bo zêdetir mafên kurd pêk bînin û destkeftên kurdan bêne parastin, şaşiyên hene bêne sererastkirin û kurd bihêztir bibin. Li ser vê bingehê jî, berjewendiya yekemîn a gel e. Ji çend salan ve rêveberiyek heye, dibe ku hin şaşîtê û kêmaniyên wê hebin, loma heger çi yekrêzî çêbibe, divê ji bo bihêzkirin, piştevanîkirin û sererastkirina wê rêveberiyê be. Em wek PYD di nava PYNKê de ne û dibînin ku bi awayî be, divê ev yekrêzî çêbibe.”
Li ser destpêkirina civîn û danûstandinên diyaloga Kurdî de jî da zanîn û got:
“Heta niha em hewl didin ku danûstandinên diyalogê berdewam bibin. Lê endamên aliyê navbênkar (Amerîka) çûne Amerîka, endamek xaneşîn bûye û endamê din jî hîna venegeriye. Herwiha gelek endamên ENKSê jî niha li Rojava ne. Pêşbîniyê dikim, di demeke nêzîk de danûstandin dê destpê bikin.”
Salih Muslim herwiha tekez kir:
“Di diyalogê de li ser gelek xalan her du alî gihîştine hev du, wek Nerîna Siyasî ya Hevbeş û Lêvegera Kurdî ya Bilind. Di demên pêş de jî, dê guftûgo li ser tevlîbûna aliyên din nava rêveberiyê de û pirsên din bêne kirin.”
Muslim li ser danûstandina MSD bi rêjîma Sûriyê re diyar kir:
“Em her bi diyalogê re ne, heger bi kîjan aliyê re be. Ji ber ku em beşek ji Sûriyê ne, me tim li deriyê rêjîma Sûriyê dida ji bo çareseriyek ji Sûriyê re bê dîtin. Lê hat diyarkirin ku rêjîmê hîna zihniyeta xwe neguhartiye. Berî 5-6 mehan bi aşkere jî ji hevalên me re gotin ku ew niha ne amade ne vê pirsê guftûgo bikin.”
Herî dawî di derbarê helwesta li hember Tirkiyê Muslim da zanîn:
“Em ne li dijî gelê Tirkiyê ne. Em dixwazin bi hev re cîranên baş bin. Lê desthilata Tirkiyê heta niha maf û destkeftên kurdan qebûl nakin.”