TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî 122 saliya Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

Admin H
Nivîskar
📅 21 nîsan 2020 23:41

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi boneya 122yemîn salvegera rojnamegeriya Kurdî û derçûna Rojnameya Kurdistan ji aliyê Mîr Mîqdad Bedirxan ve peyameke pîrozbahiyê weşand.

 Rojnameya Kurdî ya pêşîn Rojnameya Kurdistan, di navbera 22yê Nîsana 1898an û 14ê Nîsana 1902an de bi giştî 31 jimar derketiye.

Peyama Nêçîrvan Barzanî ya 122 saliya rojnamegeriya Kurdî:

Bi helkefta sed û bîst û duyemîn salvegera rojnamegeriya Kurdî û derçûna yekem hejmara Rojnameya Kurdistan ya Mîr Mîqdad Bedirxanî rewanşad ve ku hevdeme li gel bîst û duyemîn salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, pîrozbahiyekî germ li hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û pêşketinê ji bo hemû rojnamevanan û Sendîkaya wan dixwazim.

Îsal ku wê salvegerê bi bîrtînîn, Kurdistan û cîhan li ber gefa şewba Korona û rewşeke ne li normal daye, rola rojnamevan û medyakaran li belavkirina hişyariya tendirustî û xweparêziyê ji wê şewbê û handana welatiyan ji bo pêgirîkirina rêkaran ve, rolekî bi bandor û ber bi çav bû, bi rêz ve dinirxînîn. Hêvîdarîn her çi zûtire ev bela ji stukura mirovayetiyê vebê û jiyan li Kurdistan û cîhanê asayî û normal bibê.

Li vê salvegerê da wekî herdem piştevaniya xwe ji bo rojnamevan û azadiya karê rojnamegeriyê dûpat dikîn. Li rojnamevanan jî çaverê dikîn hemû berpirsiyarane û pîşeyiyane, muamele li gel pirs û babetan bikin. Herdem li wê astê bin ku hişyarî û zanyariyên rast û dirust û hevsengiyê vediguhezin û parastina aştiya civakî û aramiya siyasî û berjewendiyên bilindên gel û welatê xwe li berçav digrin.

Silav li bîranîna rojnamevanên şehîd û ew rojnamevanên pêşengên jiyana xwe ji bo gihandina rastî û pêşxistina rojnamegeriya Kurdistanê terxan kirin.

Pîrozbahiyê li hemû rojnamevanan dikim, hêvîdarim sala bê li rewşeke baş û bextewer da bîranîna vê rojê û helkeft û boneyên din bikîn.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21/04/2020

Parve bike: