TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî bi fermandarên Pêsmerge re dicive

Admin H
Nivîskar
📅 06 berfanbar 2021 21:01

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîneke taybet bi fermandarên Pêşmerge re saz dike. Civîn piştî zêdebûna êrîşên DAIŞê yên li ser Pêşmerge pêk tê.

Babekir Zêbarî ragihand, di civînê de ji bilî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, herdu cîgirên wî, wezîr û berpirsên Wezareta Pêşmerge, fermandarên yekeyên 70 û 80 yên Pêşmerge û fermandarên mîhwerên Pêşmerge dê di civînê de beşdar bin.

Babekir Zêbarî derbarê naveroka civînê de jî got, “Civîn li ser êriş û tevgerên DAIŞê yên vê dawiyê û danîna plan û stratejiyekê ji bo kontrolkirina liv û tevgera DAIŞê û rêgirtina li êrişên DAIŞê ye.”

Di dewama axaftina xwe de Babekir Zêbarî da zanîn, di civînê de peywendiyên di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê dê werin gotûbêjkirin ji bo hevahengiya zêdetir û bilezkirina pêkanîna hêza hevbeş û parastina ewlekariya wan navçeyên ku DAIŞ li ser bûye metirsî.

Parve bike: