Kurdistan
Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta Roja Asûreyê peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi minasebeta Meha Muharemê roja Aşûreyê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, “ew hêvî dike ev Roja Aşûreyê bibe wesîleya jinavbirina ramanên radîkal û tundrew û çanda şîdetê û xurtkirina girêdanên hezkirinê, tolerans û jiyana hevbeş di nav mirovan de.”
Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de daxwaz kir, bîranînên şîna Aşûreyê bibin wesîleya jinavbirina raman û çanda tund û tundrewiyê û girêdanên evînê û prensîbên tolerans û bihevrejiyanê di nav gelan de xurt bikin da ku aşitî û aramî li welat pêk bê.