Kurdistan
Nêçîrvan Barzanî bi rayedarê Azerbaycanê re pêwendiyên dualî gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 7ê Hezîranê li paytext Hewlêrê bi rayedarê Balyozxaneya Azerbaycanê yê li Iraqê Nasir Memedov re civiya.
Hat ragihandin ku Nêçîrvan Barzanî û Memedov, behsa vekirina Konsulxaneya Azerbaycanê li Herêma Kurdistanê kirin û pêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku her du aliyan ji bo pêşxistina pêwendiyan bi taybetî di warê aborî, bazirganî û geştiyariyê de guftûgo kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê Azerbaycanê Îlham Aliyev 18ê Sibata 2023an dabû xuyakirin ku ew kar li ser vekirina konsulxaneya welatê xwe li Hewlêrê dikin.