TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî bi Volker Perthes re civiya

Sıdık Eren
Nivîskar
📅 15 mijdar 2023 19:31

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Tîma Serbixwe ya Çavdêriya Stratejîk a Mîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Îraqê (UNAMI) Volker Perthes li Hewlêrê civiyan.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ji bo hevkariyên wan yên li Îraqê spasiya Neteweyên Yekbûyî kir.

Di cîvîna Nêçîrvan Barzanî û Volker Perthes de, serdana Perthes a Îraqê û hevdîtinên wî yên bi rayedarên Îraqê re hatin gotûbêjkirin.

Herwiha kar û xebatên tîmên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên li Îraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

Barzanî diyar kir ku kar û xebatên UNAMIyê sûd gihandiye aramî û pêşketina Îraqê.

Parve bike: