TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî bilindkirina pileyên 729 efseran pesend kir

Admin H
Nivîskar
📅 22 tîrmeh 2026 16:57

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryarnameya herêmî ya ji bo bilindkirina pileya 729 efser û pilebilindên hêzên Asayîşa Navxwe îmze kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê, biryarnameyek ji bo bilindkirina pileya 729 efserên Asayîşa Navxwe yên li ser mîlaka Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, ev biryar li ser bingeha Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye wergirtin û diyar kir, piştî efserên navborî demên xwe yên yasayî temam kirin û rênimayên pêwîst li Encûmena Wezîran hatin meşandin, biryarnameya pilebilindkirinê ji aliyê Serokê Herêmê ve hate pesendkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev biryar ji roja îmzekirinê ve dikeve meriyetê û dê hemû efserên ku pileya wan hatiye bilindkirin, sûdê ji maf û şayisteyên xwe yên yasayî werbigirin.

Parve bike: